Evîn Swêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 95’an a asayî lidar xist.
Yek ji mijarên sereke ên rojeva civînê hilbijartina hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû.
Di civînê de li cihê Bêrîvan Xalid ya ev 8 sal e hevserokatiyê dike, Evîn Silêman Siwêd bi piraniya dengan wekî hevseroka nû hat hilbijartin.
Evîn Siwêd kî ye?
- Evîn Silêman Siwêd sala 1981’ê li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji dayik bûye.
- Beşa Rêvebirina kar a fakulteya Aborî ya Zanîngeha Helebê qedandiye.
- Di navbera salên 2007 û 2014’an de mamostetiya bîrkarî kiriye.
- Bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re, dest ji mamostetiyê berda û beşdarî çalakiyên şoreşê bû.
- Di pêvajoya şoreşê de, ango ji sala 2014’an heta 2016’an di televziyona me Ronahî TV de wekî rêveber kar meşand.
- Piştî wê heta 2021’an jî wekî Berdevaka Kongra Star kar kir.
- Evîn ya ji xebatên çapemenî û civakî tecrube girtî, vê carê di qada dîplomasiyê de derket pêş.
- Sala 2021’an jî tevlî xebatên dîplomasiyê bû û wekî Hevseroka Navenda Dîplomasiya Civakî xebat kir.
- Paşê jî wekî nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê hat erkdarkirin.
- Heta ku wekî Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin jî, li ser vê erka xwe bû.