Di çarçoveya trafîka dîplomasiyê de, piştî Îtalya şandeya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê ye.
Di hevdîtinan de, parlamenter û senatorên Swîsreyê êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê şermezar kirin.
Şandeya Rêveberiyê ji hikumeta Swîsre û yên welatên cîhanê xweset zextê li dewleta Tirk bikin da ku êrişên xwe rawestîn e.
Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Swîsreyê Medya Hesen, bi senatorê ji Partiya Sosyalîst Lawrence Felman Riel, parlamenterê Partiya Sosyalîst Fabian Molina û parlamentera Partiya Keskan Claudia Friedel re civiyan.
Di hevdîtina li paytexa Swîsre Bern de, Ebdulkerîm Omer ezmûna Rêveberiya Xweser şîrove kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser projeyek e avakirina Sûriya demokratîk a ne-navendî dike armanc.
Ebdulkerîm Omer: Li herêmên Sûrî ku Tirkiye dagir kirî sûcên dijmirovî pêk tên
Omer bal kişand ser astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî li pêşiya Rêveberiya Xweser û ev şîrove kir:
“Gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê xeternak in.
Dewleta Tirk Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin e.
Li herêmên dagirkirî sûcên kuştin, revandin, destdirêjî, talankirin û diziyê pêk tîne.
Di heman demê de, ji bo koçberkirina niştecihên van herêman û ji bo guhertina demgorafiyê, siyasetên qirêjî dimeşîne.”
Ebdulkerîm Omer: Ji ber kirinên wî divê hesab ji Tirkiyê were pirsin
Omer xwest hesab ji dewleta Tirk were pirsîn û bang li hikumeta Swîsreyê û hikumetên din ên cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.
Swîsre êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kir
Parlamenter û senatorên Swîsreyî jî êrişên dewleta Tirk ên li ser binesazî û çavkaniyên debara welatiyan şermezar kirin û xwest civata navneteweyî li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bîne.
Beriya niha jî şandeya Rêveberiya Xweser li Îtalya bi parlamenter, Senator, Serokê Şaredariya Roma û partiyên siyasî re civiyabû.
https://youtu.be/dJEVk8NjTYs



