Di roja 160’î ya şer de li Xezayê 69 kesên din hatin kuştin û zêdeyî sed kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Îsraîlê careke din peyam da ku ewê li dijî herêma Refahê operasyona bejahî pêk bînin.
Hemasê jî bang kir ku li dijî qirkirin û siyaseta birçîhiştina gelê Xezayê zêdetir hewldan bên kirin.
Şerê Hemas û Îsraîlê 160 roj li pey xwe hişt.
Li Xeza ya ku bi temamî wêran buye, şer û êriş nasekinin.
Li gorî çapemeniya Filistînê hêzên Îsraîlê îro li dijî Kampa Bureyc ya li navenda Xezayê êriş pêk anîn.
Hat diyar kirin di encama êrişê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Her wiha hate ragihandin li herêma Xan Yunus jî êrişên dijwar hatin kirin.
Hat diyar kirin di encama bombebarana bi balafirên şer de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
“Li Xezayê 69 kesên din hatin kuştin 110 jî birîndar bûn”
Li aliyê din Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer ya 24 seetên dawiyê eşkere kir.
Wezaratê ragihand di êrişên hêzên Îsraîlê de 69 kesên din hatin kuştin 110 jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li Xezayê mirin derket 31 hezar 341 kesan ya birîndaran jî bû 73 hezar 134.
Netanyahû: Operasyona li dijî Refahê kilîta serketinê ye
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû careke din dubare kir ku ew ê li dijî herêma Refahê ya Xezayê operasyona bejahî pêk bînin.
Netanyahû ku duh bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re li Tel Avîvê hevdîtin pêk anî li ser mijarê axivî û got,
“Operasyona li dijî Refahê kilîta serketinê ye.”
Hemas: Helwesta serokê Amerîkayê Joe Biden guheriye
Serokê Hemasê Îsmaîl Haniyye derbarê şerê li Xezayê û niqaşên derbarê danûstandinan de daxuyanî da.
Haniyye diyar kir helwesta Serokê Amerîkayê Joe Biden guheriye û da zanîn ji bo dawî li qirkirin û siyaseta birçîhiştina gelê Xezayê bê anîn divê hê zêdeter hewldan bê kirin.
Haniyye bal kişande li ser danûstandinên bi Îsraîlê re û got,
“Qad û danûstandin du xetên parelel in. Hemas di danûstandinan de li ser mezinkirina berxwedanê dixebite û ji bo rawestandina êrişên li dijî gelê Filistînê bi hemû hêza xwe hewldanan dike.”



