Li Haîtiyê piştî pevçûnan xetera birçîbûnê

Haîtî ku bi salan e bi pirsgirêkên bingehîn ên wekî qeyranên siyasî, aborî û ewlehiyê re têdikoşe, nifûsa xwe ya ji 11 mîlyonî derbas kiriye di bin xetera birçîbûnê de ye.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) di hefteya dawî de 15 hezar kes malên xwe terikandine.

Ji serê salê û vir ve zêdetirî hezar û 200 kesan di bûyerên tundiya çeteyan de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî pisporan, li Haîtîyê nêzî 200 çeteyên çekdar hene, piraniya wan li paytext Porto-Prince ne.

Çeteyên ku ji sedî 80 ê Porto-Prince di destê wan de ye, gelek caran bi hêzên ewlekariyê re dikevin nava pevçûnan.

Haîtî, ku aborî û binesaziya wê piştî du karesatên mezin ên erdhejê di 14 salên dawî de hilweşiya.

Haîtî bi kuştina lîderê welêt Jovenel Moise di 7ê Tîrmeha 2021’an de ket pêvajoyek valahiya hêzê.

Serokwezîr Ariel Henry, ku piştî mirina Moise dest danî ser hemû desthilatan, nekarî çareyek ji alozî û bêhêvîbûna giştî ya li welêt re bibîne.

Bi kuştina Jovenel Moise sûc, dizî, xerckirin û şerê çeteyan li welêt derket lûtkeyê.

Back to top button