Rûsya: 14 balafirên bê mirov a Ukraynayê hat rûxandin

Êrîşên balafirên bêmirov ên li ser xaka Rûsyayê di rojên dawî de zêde bûne.
Balkêşe ev êrîşan bi nêzbûna hilbijartinên serokatiya Rûsyayê de pêk tên.
Ukrayna bi 14 balafirên bê mirov hewl da êrîşî Rûsyayê bike, lê Rûsan ev balafiran rûxandin.
Li aliyê din jî Ukrayna erîşî Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê kir ku 2022’yan ketibû bin kontrola Rûsan.

Rûsya li herêmên Belgorod û Kurskê 14 balafirên bê mirov ên Ukraynayê rûxand.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê derbarê êrîşê de ragihand ku êrîşên Ukraynayê li ser xaka Rûsyayê hatiye astengkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêmên Belgorod 11 û Kurskê 3 bi tevahî 14 balafirên bê mirov hatine rûxandin.

Ji aliyê din ve roja Çarşemê gelek balafirên bê mirov deverên curbicur ên Rûsyayê bi taybet navendên binesaziya enerjiyê kirin armanc.

Artêşa Ukraynayê gef xwar ku wê zêdetir axa Rûsyayê bikin armanc.

Artêşa Ukrayna êrîşî Santrala Nukleerî yê Zaporijyayê kir

Her wiha hat ragihandin ku artêşa Ukraynayê li dijî binesaziya krîtîk a Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê bi topan êrîş pêk aniye.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Santrala Nukleerê ya Zaporijyayê de hat diyarkirin ku artêşa Ukraynayê êrîşên xwe yên li hemberî santralê didomîne û wiha hat gotin:

“Li pişt tankên mazotê teqemeniyek hat avêtin.

Li dijî binesaziya krîtîk a santralê jî top hatin avêtin.”

Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê li başûrê rojhilatê Ukraynayê santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ye.

Santrala Zaporijyayê di 2022’yan de ket bin kontrola Rûsyayê

Santrala ku bi tevahî 6 reaktorên nukleerî û kapasîteya hilberîna elektrîkê ya 5 hezar û 700 megawatt saetî heye, ji sedî 20 ê elektrîka giştî ya Ûkraynayê dide.

Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê di sala 2022’an de ji aliyê Rûsyayê ve hatibû desteserkirin.

Li derdora santrala ku niha di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, êrîşên bi topan tên kirin.

Ukrayna û Rûsya hevdu bi van êrîşan tawanbar dikin.

Amerîka: Ti diyardeyeke ku Rûsya çekê nukleerî kar bîne tune ye

Li aliyê din piştî ku Pûtîn ragihand ku eger serweriya wê bikeve xeteriyê , dê Moskow amade ye çekên nukleerî bi kar bîne.

Amerîka diyar kir ku wan ti nîşanek nedîtiye ku Rûsya çekên nukleerî li Ukraynayê bikar bîne.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di bersiva pirsên rojnamevanan de derbarê daxuyaniyên Putin yên Çarşemê de got:

“Me ti nîşanek ku Rûsya xwe amade dike bo bikaranîna çekên nukeelerî li Ukraynayê nedîtiye. ”

Rûsya: Ukrayna hewla 58 êrîşên balafirên bê mirov li axa me kir

Back to top button