Li ser sînorê Bakur û Rojhilat Kurdistanê lêkirina dîwar dewam dike

Dewleta Tirk li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê lêkirina dîwar dewam dike.
Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan diyar kir ev dîwar ne li dijî penaberan lê belê li dijî Kurdan tê lêkirin.

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku 295 kîlometre ye û dewleta Tirk lêkirina dîwarê ku bilindahiya wê 3 metre dewam dike.

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan derbarê lêkiirna dîwar de bi bîr xist ku li seranserê sînor xendekên bi 5 metreyî kûr û serê her 5 kîlometreyan jî qereqol hene û diyar kir, di rewşeke wiha de lêkirina dîwar tenê tê wateya dijminatiya li dijî Kurdan.

Orhan got, “Li vê derê sînor datînin navbera Kurdan. Li her du aliyan gundên Kurdan hene. Di vir de dijminatiyê li Kurdan dikin.

Back to top button