Li Hesekê civîna Hevpeymana Civakî di roja duyem de dewam kir

Civîna Komîteya serastkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyem de dewam dike. Di rûniştina îro de jî mekanîzmaya hilbijartin û avakirina Meclisa Rêveber û Dadgeha Parastina Peymana Civakî û zangonên giştî hatin nîqaşkirin.

Komîteya Berfireh ya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 11’ê kanûna sala borî de civiya û piştî civînekê ku 3 rojan dewam kir ji 30% ji reşnivîsa Peymana Civakî nîqaş kir.

Ji bo nîqaşkirina bendên mayî yên reşnivîsa peymana Civakî, duh careke din komîteya berfireh bi amadebûna hemû endamên komîteyê li bajarê Hesekê li Hola serdem civiya.

Komîte ji nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas, rêxistin û saziyên civaka sivîl ên herêmê, 158 endama pêk tê.

Di roja yekem ya civînê de mekanîzmaya avakirina meclisên komîn, tax, navçe, bajar û kantonan hate nîqaşkirin.

Di roja duyem de mekanîzmaya hilbijartin û avakirina Meclisa Rêveber û Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî û zangonên giştî hatin nîqaşkirin.

Piştî bidawîkirina xebatên sazkirina peymanê, dê mekanîzmayek were avakirin da ku encamên civînê bi saziyên civakî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re parve bike.

Endamê Komîteya Berfireh ya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ekrem Hiso der barê nîqaşên roja duyem axivî:

Derbarê hilbijartinên ku piştî bidawîkirina nîqaşkirina reşnivîsa Peymana Civakî çêbibe û kesên tevlê bibin Ekrem Hiso got ku deriyê hilbijartinan ji her kesî re vekirî ye û mafê hilbijartinan ji her kesî re parastî ye.

Derbarê diyaloga Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê û bandora vê gavê li ser diyalogê, Ekrem Hiso got peymana civakî nabe kelem li pêşiya diyaloga bi hikûmta Şamê re.

Back to top button