Di bin siya krîzê de li Libnanê sibe hilbijartina giştî pêk tê

Li Libnanê amadekariyên hilbijartinê bi dawî bûne û sibe welatî diçin ser sindoqan.
Ji bo 128 kursiyên li parlamentoyê wê 718 namzet di pêşbaziyê de bin.
Ji bo vê jî mafê dengdanê yê nêzî 4 milyon kesî heye.
Lê krîza aborî ya li welat û helwesta siyasî ya dembûrî, hêviya gel ya bi hilbijartinê jî kêm kiriye.

Piştî 4 salan, Libnanî wê sibe 15’ê Gulanê di bin siya krîza aborî de biçin ser sindoqan.

Li Libnana ku nifûsa wê bi qasî 6 milyon û 500 hezarî ye, xwediyê gelek nasnameyên etnîkî û olî ye.

Ji hilbijartinên dawî yên Gulana 2018’an ve, ji ber gelek kirîz û bûyeran, baweriya gelê Libnanê bi partiyên siyasî nemaye.

Tevî hemû tiştên ku qewimîn jî, partiyên siyasî soz didin ku encamên ji sindoqan derkevin wê çareseriya pirsgirêkan bi xwe re bîne.

Hilbijartinên Libnanê .. Ji 2018’an ve 3 serokwezîr hatin guhertin

Ji ber krîza aborî ya li welat, ji 2018’an ve, 3 serokwezîr hatin guhertin.

Xwepêşandanên civakî di Cotmeha 2019’an de piştî ku

Serokê Şepêla Pêşerojê û siyasetmedarê Sunnî Saad Herîrî dest bi kar kir.

Lê piştî xwepêşandanên Cotmehê destpê kirin, Herîrî 29’ê Cotmehê ji erka xwe îstifa kir.

Hesen Diyab ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Hizbullah û hevalbendên wê re tê naskirin, di Çileya 2020’an de li şûna Herîrî hatibû hilbijartin.

Piştî teqîna 4’ê Tebaxa 2020’an a li paytext Beyrûtê, Diyab neçar ma ji erka xwe îstifa bike.

Piştî salek ji danûstandinan ku Diyab dest ji kar berda, serokwezîrê niha Necîb Mikatî di Cotmeha 2021’ê de hat ser kar.

Hikûmeta Libnanê ragihand ku di Kanûna 2021’an de ji ber gendelî, nebaş bikaranîna çavkaniyên darayî û pirsgirêkên deshilatdariyê 66 milyar dolar ziyan li sîstema darayî bûye.

Komîsyona Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Rojavayê Asyayê di 7’ê Nîsana 2022’an de, ragihand ku ji sedî 74’ê xelkê Libnanê di bin sînorê hejariyê de dijîn û rêjeya bêkariyê jî gihîştiye ji sedî 44.

Hilbijartinên Libnanê .. 718 namzet wê ji bo 128 kursiyan bikevin pêşbaziyê

Wezîrê Karên Hundir Besam Mewlewî 4’ê Nîsanê diyar kiribû ku ji bo 128 kursiyên li parlamentoyê wê 718 kes bikevin pêşbaziyê.

Li welat 3 milyon û 967 hezarî kes mafê xwe yê dengdanê heye.

Beriya hilbijartinên hindir, Libnaniyên ji derve dengê xwe bikar anîn.

Li gorî rêjeyên hatine diyarkirin, ji 225 hezar kesên li 58 welatanin, nêzîki 135 hezar kesî dengê xwe bikar aniye.

Hejmara hilbijêrên li derveyî welat ji sedî 5,5 ê tevahiya dengdêran e.

Back to top button