Amerîka rewşa “lezgîn a netewî” li Sûrî dirêj kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden êrişên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî weke xeteriyeke mezin binav kir û got: Ev êriş zerarê didin şerê li dijî DAIŞ’ê.
Jiyana sivîlên li herêmê dixe nava xeteriyê, Û ji bo ewlekariya netewî ya Amerîkayê jî gefa di asta herî bilind de ne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden biryarnameya ji bo dirêjkirina “Qanûna Rewşa Lezgîn” a li Sûrî nameyek ji bo Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosî re şand.

Biden di nameya xwe de îşaret bal kişand girîngiya parastina ewlekariya netewî ya Amerîkayê behsa wê yekê kir bê çima pêwîstî bi dirêjkirina qanûna rewşa lezgîn heye.

Biden: Êrişên Tirkiyê li dijî Sûrî xeterî û gefeke mezin e

Serokê Amerîka di nameya xwe de bi bîr dixe ku li dijî şerê tinekirina DAIŞ’ê astengî û xeterî hene û di vî warî de balê dikşîne ser rola xerab a dewleta Tirkiyê.

Têkildarî Sûrî û rewş pêwendiyan, êrişên hukûmeta Tirkiyê zerareke mezin didin şerê li dijî DAIŞ’ê.

Ev êriş jiyana mirovên sivîl dixe nava xeteriyê û li hemberî ewlekarî û aramiya herêmê gefeke mezin peyda dike.

Êrişên hukûmeta Tirkiyê yên leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî ewlekariya netewî ya Amerîka û siyaseta wê a derve jî di asta herî bilind de gef û xeterî ye.

Ev yek xeterî hê jî dewam dike.

Amerîka Cotmeha 2019’an rewşa li Sûrî weke xeteriya li ser ewlekariya xwe a netewî pênase kiribû.

Li hemberî vê yekê Qanûna binavê ” Hêzên Aborî ya Rewşa Awarte” ragihand.

Serokê Amerîka daxwaz kir ku ev qanûn saleke din were dirêjkirin.

Têkildarî mijarê Koşka Spî dirêjkirina qanûnê piştrast kir û got, ew ê demeke nê di rojnameya fermî de were ragihandin.

Back to top button