Efxanistan..Fikar hene ku 9 sivîl di êrişa Amerîkayê de hatine kuştin

Rojek ji bo vekişîna leşkerên DYA ji Efxanistanê mayî li dijî balefirgeha Navnetewî ya Hemîd Karzaî ya Kabulê êrişek pêk hat. Di encamê de ji bilî kesê di seyarê de, 9 sivîlên ji heman malbatê mirin. Di vê navberê de Fransa, Almanya û Brîtanya ji bo veguhestinên li balefirxaneyê pêşniyara “herêma ewle” amade dikin. Endamên Konseya Ewlekariyê ya NY jî li ser banga sekreterê Giştî dicivin.

Doh berê êvarê li nêzî Balafirgeha Kabulê bi gomana ku wê êrişeke xwekuji pêk bîne, balafirên bê mirov ên Amerîkayê li seyarekê dan.

Di encamê de ji bilî kesê di seyarê de, 9 sivîlên ji heman malbatê hatin kuştin.

Di nava kuştiyan de 4 zarok hene.

Li gorî hin şahidên bûyerê, her 9 sivîl ji ber êrişa balafirên Amerîkî mirine.

Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku wan ji ber kuştina sivîlan lêpirsîn destpêkiri ye.

Tevî vê yekê hin îdîa hene ku dibêjin, dema seyare bû hedefa balafirên Amerîkî, bombeyên tê de teqiyan û ev yek rê li ber kuştina sivîlan vekir.

Ji bo veguhestinên ji Efxanistanê tevgera dîplomasî lez bûye

Di vê navberê de, hewildanên dîplomatîk ên ji bo bilezkirina veguhestinên li Efxansitanê dewam dikin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, pêşniyazên xwe yên ji bo çêkirina herêmeke ewle li Kabulê eşkere kir.

Emmanuel Macron ragihand ku ew plan dikin vê pêşnûmeyê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de wekî Fransa, Îngilistan û Almanya bînin rojevê.

Macron bi bîr xist ku wan ev “çareserî” di operasyonên berê de jî bikar anîne.

Serokomarê Fransa diyar kir ku ew ê di civîna awarte ya îro li ser Efxanistanê bê lidarxitin de pêşniyarê pêşkêş bikin.

Nûnerên DYA, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa wê li ser banga Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres beşdarî civîna Konseya Ewlekariyê ya NY bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Almanya Heiko Maas jî ragihand ku Ozbekîstan pêşniyara wan ya vekirina dergehên sînorê xwe ji kesên jiyana wan di metirsiyê de ye erê kiriye.

Maas ji bo rewş û paşeroja li welat bang li Rûsya û Çînê kir ku hîn zêdetir kar bikin.

Back to top button