PADÊ: Şengal ne cihê bazarên siyasî ye.. Em ê xwe biparêzin

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî-PADÊ bang li hikumeta Iraqê kir ku gefên dewleta Tirk ên destwerdana li Şengalê qebûl neke.

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî-PADÊ li navenda xwe ya Sinûnê daxuyaiyek da raya giştî.

Partiyê helwesta Hikûmeta Iraqê ya li hember planên Şengalê şermezar kir û got:

Li hember van planên dagirkirinê, gelo çima hikûmeta Iraqê bêdeng e.

Ma gelo hikûmet ne xwedî serdestî ye?

Em vê helwesta Bexdayê şermezar dikin.

Partiyê teqez kir ku Şengal ne cihê bazarên siyasî ye û divê NY li hemberê vê plana dagirkeriyê bêdeng nemîne.

PADÊ diyar kir ku ew ê li dijî her cure êrîşan, ax, rûmet û çiyayê xwe yê bilind biparêzin û dev ji destkeftiyên şehîdên ku warê xwe ji DAIŞ’ê rizgar kir bernedin û wê li ber xwe bidin.

Malbatên Şehîdan ên Şengalê: Civaka Êzidî wê li ber êrîşan rabe

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê jî bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê Şermezarkir û diyar kir ku wê civaka Êzidî li ber her cure êrîşan rabe.

Malbatên şehîdan yên Şengalê diyar kirin ku civaka Êzidî ji bo parastina çand û baweriya xwe bi sedan şehîd dane û serî ji ti kesekî re netewandiye û natewînin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Êzidî jî beşek ji Iraqê ne û pêwîste Iraq li serweriya xwe xwedî derkeve û rê li ber gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigre.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em wek civaka Êzidî herdem aştî xwazin û ne alîgirê şer in, lê her êrîşek li ser me pêk were em ê serî netewînin. Çawa ji bo parastina Şengalê me bi sedan şehîd dan û ev destketî bi destxist, em ê ji niha û şûn de jî ji bo parastina Şengalê her berdêlê bidin.”

Şandeya Şengalê li Bexdayê hevdîtinan dike

Piştî gefên dewleta Tirk ên êrişa li ser Şengalê şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.

Şandeya ji nûnerên Partiya Azadî û Demokrasiyê a Êzidiyan (PADÊ), nûnera Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêver a Şengalê pêk tê.

Serdana şandeyê di roja 3’emîn de didome.

Back to top button