Li Tûnisê…Piştî mirina xwepêşanderekî hêrsa gel dîsa daket qadan

Li Tûnisê piştî mirina xwepêşanderekî, gel dîsa bi-hêrs daketin qadan.

Ajansa nûçeya ya Tûnisê ya fermî diyar kir ku ciwanekî beriya niha di xwepêşandanan de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Ajansê ragihand ku Dadwerê Giştî, lêkolîn der barê sedema mirinê de, xwestiye.

Li gorî agahiyan, di xwepêşandanan de, ji ber avêtina bombeyeke rondikrêj, ev ciwan ketibû nexweşxaneyê.

Ev yek jî bû sedema ku rewş biteqe û pêleke nû ya xwepêşandanan bi xwe re bîne.

Li gorî navgînên ragihandina herêmî, duh piştî nîvro pevçûn navbera xwepêşander û polîsan derket.

Back to top button