Encumena Parlamenteran biryara tawanbarkirina Trump radestî Senatoyê kir

Meclisa Parlamenteran duh biryara tawanbarkirinê ya vederkirina serokê berê Donald Trump radestî Senatoyê kir.

9 parlamenterên ku dê li dadgehê bi erka serdozgeran rabin, lîsteya taybet a tawanbarkirinê “bi weşaneke zindî” radestî Senatoyê kir.

Tê payîn, dadgehkirina Trump 8 Sibatê dest pê bike, li gorî ku berî niha mezinê demokratan Chuck Schumer ragihandibû.

Divê demokrat 17 dengên komarparêzan bi dest bixin, da bigihîjin 67 dengan ku bikarin Trump tawanbar bikin.

Di vê derbarê de, Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden pêşbîniya xwe derbirand ku, dê gelek deng ji bo tawanbarkirina Trump tune bin.

Back to top button