“Armanca dewleta Tirk têkbirina Rêveberiya Xweser e”

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî êrişên dewleta Tirk a dagirker wek “kiryareke tirsonak” wesif kirin û gotin armanca wan ji holê rakirina pergala Rêveberiya Xweser e û lê gel dev ji modela Rêveberiya Xweser bernade.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî bertek êrişên dagirkeriya tirk a li ser hermû dan

Derbarê mijarê Endamê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mehmûd Bozan axivî.

Mehmûd Bozan diyar kir ku êrişên dagirkeriya tirkiyê çeteyên DAIŞ’ê zindî dike û got:

“Dewleta Tirk li van herêman destekê dide terorê û hewl dide ji nû ve DAIŞ′ê zindî bike.

Erdogan texmîn dike ku bi qutkirina kehrebeyê em ê dev ji xaka xwe berdin.

Lê em bi êrîşen teroranê têk naçin em ê her dem berxwedanê esas bigrin.”

Mihemed Qasim: Xwevnê osmaniyê nu pêk naye

Endamê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Mihemed Qasim jî wuha got:

“Ev yek ji êrişa leşkerî zêdetir dijminatiya siyasî ye.

Ji ber ku hedefa wê ya bingehîn ji holê rakirina Pergala Rêveberiya Xweser ku bi Rikrê Rêber APO hatiye avakirin e.

Dewleta tirk armanca bi van êrişan ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibe, koçberiyê çêke û herêmê vala bike, da ku xewnên xwe yên Osmanî pêk bînin.

Lê ew gel tu caran berxwedana xwe bernadin.”

Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî jî ev nirxandin kir: “Ew êriş kiryareke tirsonak in.

Armanca sereke ji van êrişan rê li pêş çeteyên terorîst veke û wan xurt bike ku herêmê kontrol bikin.”

Yehya El Elî: Em nahêlin gefên dewleta Tirk me lawaz bike

Der barê heman mijarê de Ehmed El Casim jî ev tişt anî ziman:

“Em li hember van êrişên hovane teslîm nabin, em ê amadene ku parastina xwe û welatê xwe bikin.

Em bi israr in yekitiya xwe li hember van astengiyan xurt bikin.”

Back to top button