Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cîhad Hesen dibêje demên dawî Tirkiyê êrişên xwe ên li dijî herêmê zêde kirine û anî ziman ku Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in. Jinên herêma Cizîrê jî gotin ew ê li hember êrişan bisekinin û dev ji axa xwe bernedin.
Rojane dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Demên dawî jî bi rêya balafirên bê mirov sivîl û fermandaran dike armanc.
Derbarê vê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Cîhad Hesen got:
”Demên dawî li qadan êriş firehtir bûye. Berê li dijî Eyn Îsa, Şehba û Til Temir bû.
Niha jî êrişî Amûdê, Qamişlo û Kobanê dike. Ev gefeke rastîn û xeternak e.”
Hesen diyar kir ku bêdengiya Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî nîşan dide ku hevkariên van êrişanin.
Çalakiya konvedanê ya li qamişlo di roja 5’an de ye
Li dijî van êrişan rojane li herêmê çalakî jî tên kirin û êriş tên şermezarkirin.
Konê çalakiyê yê li Qamişlo ev 5 rojin li dar e û rojane sazî û xelkên herêmê serdan dikin.
Jinên ku tevli çalakiyê bûne diyar kirin ku ew ê li hember êrişan şerê gel ê şoreşgerî bikin.
Her wiha teqez kirin ku ew bihostekê ji axa xwe bernadin û dê li hember êrişan bisekinin.