Desteya Perwerdê êrişa ser dibistanan şermezar kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê dewleta Tirk a dagirker li dijî dibistana gundê Qeramêl ê Şehbayê şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike.

Bi dehan mamoste û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê li pêşiya dibistana seretayî ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê daxuyaniyekê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî dagirkirina Efrînê xebatên perwerdeyê li herêma Şehbayê hatin berdewamkirin.

Lê ji ber topbaran dagikeriya Tirk li ser Şehba û navçeya Şêrawayê û gundên Um Hûşê, Nêrabiyê û Rediye û dibistana gundê Qeramêl, perwerde li wan gundan hate rawestandin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê bang li NY`yê kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rewastîne.

Back to top button