Koalîsyona Ereb: Êrişên Hûsiyan ên li ser Siûdî hatin têkbirin

Erebîstana Siûdî ya ku li Yemenê piştevaniya hikumetê dike, careke din bû hedefa Husiyan.
Koalîsyona Erebî ragihand ku hêzên wan 4 moşekên balistîk û 2 dronên ku Hûsiyan pê Siûdî kiribûn hedef hatin bêbandorkirin.

Li gorî daxuyaniya Koalîsyona Erebî ya ku di ajansa fermî ya Erebîstana Siûdî SPA de hatî weşandin wiha tê gotin:

Hûsiyên piştevaniya xwe ji Îranê digrin, başûrê Siûdî bi 2 dron û 4 mûşekên balistîk kir armanc.

Dron û mûşekên ku qala wan tê kirin, ji aliyê Hêza Parastina Hewayî ya Erebîstana Siûdî ve hatin bêbandorkirin.

Heta niha Hûsiyan jî li ser mijarê ti daxuyaniyek ne daye.

Li Yemenê ku demeke dirêje nearamî serwere, di navbera hikumeta Yemen û Hûsiyan de şer didome.

Hûsiyan Îlona 2014’an paytext Sana jî di nav de gelek herêm kontrol kirin.

Piştî vê yekê bi pêşengtiya Erebîstana Siûdî koalîsyona ku hate avakirin, di meha Adara 2015’an de de, dest bi piştevaniya bi hikumeta Yemenê re kir.

Ji wê demê ve, çekdarên Hûsî jî, piranî caran başûrê Siûdî bi dron û moşekên balistîk dike armanc.

Back to top button