Hilbijartinên li Rûsyayê

Rûsya 15’ê Adarê ji bo hilbijartinên serokatiya Rûsyayê diçe ser sindoqan.
Di hilbijartinê de 4 namzet hene û 112 milyon û 309 hezar û 947 hilbijêrên qeydkirî dengê xwe bidin.
Li herêmên Kirim, Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijya ji bo hilbijartinên serokatiyê wê sindoq bên danîn.

Di pêvajoya ku Şerê Rûsya û Ûkraynayê didome de, ji bo hilbijartina serokatiyê ya Federasyona Rûsyayê dê sibê gel dest bi çûna ser sindoqan bike.

Li gor daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê di hilbijartina serokatiyê ya ku dê di 15, 16 û 17ê Adarê de li seranserê welêt bê kirin dê 112 milyon û 309 hezar û 947 hilbijêrên qeydkirî dengê xwe bidin.

Li Nûnertiya Rûsyayê ya li derveyî welat milyonek û 890 hezar û 863 hilbijêr û li Qazaxistanê jî 11 hezar û 924 hilbijêr wê dengê xwe bidin.

Hilbijartin dê 15’ê Adarê destpê bike

Hilbijartinên ku hem li ser sindoqan û hem jî bi elektronîk dê li zêdetirî 80 navçeyên federal bên kirin.

Li herêmên Kirim, Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijya ji bo hilbijartinên serokatiyê wê sindoq bên danîn.

Zêdetirî 200 çavdêrên navdewletî ji 36 welat û 5 rêxistinên navdewletî, ku di nav wan de Meclisa Navparlemanî ya welatên Hevbeş û Meclîsa Parlamenteran a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf jî hene, dê beşdarî hilbijartinan bibin.

Rûsyayê ji meclîs û rêxistinên navparlemanî yên welatên ku digotin “hilbijartin ne rewa bûn” vexwendname neşand.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, saziyên Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) û Meclîsa Parlamenteran jî ji ber şermezarkirina hilbijartinên li Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporijyayê ji bo çavdêriyê nehatine vexwendin.

Di hilbijartinê de 4 namzet hene

Di hilbijartinê de dê 4 namzet ji bo serokatiya Rûsyayê têbikoşin.

Serokdewletê niha Vladîmîr Pûtîn wê bi piştgiriya Partiya Rûsyaya Yekbûyî weke namzetekî serbixwe beşdarî pêşbirka hilbijartinê bibe.

Serokê Partiya Lîberal Demokrat Leonid Slutskiy wek namzedê partiya xwe, Nîkolay Xaritonov wek namzedê Partiya Komunîst û Vladîslav Davankov jî wek namzedê Partiya Gel a Nû dê cihê xwe bigire.

Referanduma destûra bingehîn a Rûsyayê

Li Rûsyayê rayagiştî referandûma guhertina destûra bingehîn a sala 2020’an ku wê dema Pûtîn dirêj bike, bi rêjeya ji sedî 77,92’an qebûl kir.

Bi vê guherîna makezagonê, dewra Pûtîn a du dewran, ya ku ya yekem di sala 2012’an de dest pê kiribû û wê di sala 2024’an de biqede, ji nû ve hat vegerandin.

Bi vî awayî Pûtîn ku 24 sal bû li ser desthilatdariyê bû, dîsa karîbû bibe namzetê serokatiya Rûsyayê.

Vê guherînê rê li ber Pûtîn vekir ku heta sala 2036’an serok bimîne.

Back to top button