Planeke nû ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê

Di derbarê planên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê de, Siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Mesud Ebdulxaliq axivî û got:
Tirkiye ji bo tunekirina hemû aliyên Kurd PDK jî di nav de, hatiye Herêmê
Çavdêrên siyasî û parlementerên Iraqê jî, diyar kirin ku divê Iraq agahdarê planên Tirkiye be.

Li vê dawiyê êriş û planên dagirkieriya tirk bi hevkariya PDK’ê ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan li başûrê Kurdistanê zêde bûne.

Di wê derbarê de siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Mesud Ebdulxaliq nirxandin kir.

Mesûd Ebdulqaliq: Hevkariya bi dewleta Tirk re dijminatiya li hemberî Kurdan e

Mesud Ebdulxaliq pêşî balkişand ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û got:

Hevkariya li gel dewleta Tirk, dijminahiya beramberî gelê Kurd e.

Dewleta Tirk bi planeke berfireh hatiye da ku hemû aliyên kurdî tune bike û axa Herêma Kurdistanê dagir bike.”

Mesûd Ebdulqaliq: Plana dewleta Tirk wê neçe serî

Mesud Ebdulxaliq da zanîn ku plana dagirkeriya Tirk a operasyoneke berfireh bi hevkariya PDK’ê û artêşa Iraqê li gerîlayên Kurdistanê bi bin ketiye û naçe serî.

Siyasetmedar Ebdulxaliq her wiha qala kiryarên terorî yên dewleta Tirk ên li nava axa Başûrê Kurdistanê kir.

Siyasetmedarê Kurd Mesud Ebdulxaliq di dawiya axftina xwe de bang li rêveberên PDK’ê kir ku beşdarî planên dewleta Tirk a dagirker nebin û hevgirtina kurdî xurt bibe.

“Divê hêzên Tirkiyê li nav xaka Iraqê derkevin”

Li ser armanca dewleta Tirk a dagirker, çavdêrê siyasî Mahir Cewde û parlementerê Iraqê Amir Fayiz jî nerînên xwe anîn ziman.

Mahir Cewde destnîşan kir ku Tirkiye bi rêya serdana Hakan Fîdan û Erdogan dixwaze armancên xwe yên li Iraqê bicih bîne û got:

Divê Iraq agahdarê planên Tirkiye be, bi taybetî ku niha plana dagirkirina xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê dimeşîne.”

Amir Fayiz jî bang kir divê êdî rê li pêşiya êrişên Tirkiye were girtin û hêzên wan ji nava xaka Iraqê were derxistin.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK amadekariyên şerê li dijî gerîla dikin

Back to top button