Dewleta Tirk a dagirker û PDK amadekariyên şerê li dijî gerîla dikin

Dewleta Tirk di çarçoveya planên dagirkeriyê de hewil dide bi alîkariya PDK’ê li dijî gerîlayê HPG’ê dest bi pêleke nû ya êrişê bike.
Lewma vê yekê jî terafîka hevdîtinên di navber Tirkiyê, PDK’ê û Iraqê de gelek zêde kiriye.

Dewleta Tirk di çarçoveya planên dagirkeriyê de bi alîkariya PDK’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê amadekariya operasyoneke dagirkirinê ya nû dike.

Di gava destpêkê de hêzên PDK’ê di bin navê Yekîneyên Parazvanên Sînor ên Iraqê de li qadên gerîla hate bicîhkirin.

Ev jî di pilana wan da gava yekem bû ku pêk anîn.

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi vê hêzê re gelek hevdîtin pêk anîn.

Ji xwe pir eşkereye ku ev hevdîtinin di çarçoveya şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê de ye.

Balkêşe ku ev kesên qaşo xwe weke Yekîneyên Parazvanên Sînor ê Iraqê bi nav dikin hemû jî çekdarên PDK’ê ne.

Ji wan yê bal dikişîne jî berpirsê hêzên Barzan ê PDK’ê Behzet Loqman Mele Mistefa ye.

Li aliyê din yek ji kesên ku di wêne de diyar dibe Dilêr Ferzende ye ku biraziyê berpirsê hêza ‘Yekîneyên Muhafiz ên Sînor ên Iraqê’ Hoşyar Zebarî ye.

Bi vê yekê eşkere bû ku Yekîneyên Parazvanên Sînor ên Iraqê, hêzên Zerevanî û Gulan ên PDK’ê ne.

Di rojên pêş de tê payîn ku dewleta Tirk di çarçoveya plana dagirkeriyê ya nû de bi rayedarên Bexdayê re hevdîtinê bike.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Tirkiyê serdana Bexdayê kir

Li aliyê din îro Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ehmed Yildiz serdana Iraqê kir.

Ehmed Yildiz diyar kir ku beriya meha Nîsana 2024’an dawî bibe, wê serokkomarê Tirkiyê Erdogan serdana Iraqê bike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin jî tê îdîakirin ku Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabît Abbasî wê di 14’ê Adarê de hevdîtinê bikin.

Tê diyar kirin di hevdîtinê de wê operasyona li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ku bê kirin, mijara bingehîn be.

Back to top button