Rojnameger Botan Germiyanî: Di 2 mehan de 428 êriş li ser qadên sivîlan hatin kirin

Rojnameger Botan Germiyanî diyar kir ku bi bêhelwestiya PDK’ê ya li dijî êrişan dewleta Tirk a dagirker nîşaneya hevkariya wê ya bi dagirkeriyê re ye û got:”PDK’ê dest daniye ser hikûmeta Başûr û li gorî berjewendiyên xwe û armancên dewleta tirk birêve dibe.
161 gundên Başûr vala bûne û amadekariya êrîşa li dijî Garê tê kirin.”

Wezîrên AKP’î yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên û diçin, di demên dawî de ev serdanên xwe zêdetir kirin e.

Bi van hevdîtinan re êrişên li ser qadên sivîlan ên li başûrê Kurdistanê jî zêde bûn.

Rojnameger Botan Germiyanî ku êrişên dewleta tirk ji nêz ve dişopîne, têkildarî geşedanên li herêmê axivî.

Botan Germiyanî diyar kir ku tenê di nava 2 mehan de 428 êriş li ser qadên sivîlan hatine kirin û got:

“Ji tebaxa 2015’an heta niha 154 sivîl di van êrişan de hatin kuştin û 220 sivîl jî birîndar bûn.

Di 2 mehên borî de 234 êriş hatin kirin.”

Botan Germiyanî: PDK sûcê dewleta Tirk vedişêre

Germiyanî anî ziman ku bêhelwestiya PDK’ê ya li dijî êrişan nîşaneya hevkariya wê ya bi dewleta tirk re ye û got:

“Armanc ji êrîşan ew e ku îradeya gel bişkîne.

Armanca din jî dagirkirina Başûr e.

Mixabin PDK’ê dest daniye ser hikûmeta Başûr û li gorî berjewendiyên xwe û armancên dewleta tirk birêve dibe.

Piraniya rayedarên hikûmeta Başûr dezgehên parastina îstîxbarata PDK’ê ne û endamên PDK’ê ne.

Dema diaxivin jî sûcên dewleta tirk vedişêrin.

Her tim hinceta nîşan dide û van êrişan rewa dike.

Lewma bi rehetî tirkiyê li Başûr siyaseta qirkirinê dimeşînin.”

“Tirkiye li xwe mikûr hat ku Iraq parçeyeke esasî ya dagirkeriyê ye”

Rojnameger Botan Germiyanî bal kişand ser hevdîtina rayedarên dewleta tirk ên bi rayedarên PDK’ê re û ev tişt anî ziman:

“Tirkiye li xwe mikûr hat ku Iraq hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla îstîxbaratî ve parçeyeke esasî ya dagirkeriyê ye.

Rayedarên PDK’ê jî piştevaniya wan dikin.”

“161 Gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî garê tê kirin”

Botan Germiyanî da zanîn ku ji ber êrişan gelek gundên ser sînor hatine valakirin û wiha pê de çû:

“Niha dewleta tirk amadekariyên operasyoneke berfirehtir dike.

Heta niha di encama êrişên dewleta tirk de 161 gundên Başûr vala bûne û 602 gund jî di metirsiya valakirinê de ne.

Sê gund jî bi darê zorê ya PDK’ê û êrişên dewleta tirk hatin valakirin.

Dewleta tirk ji bo êrişeke li dijî Gareyê amadekariyan dike.”

Back to top button