Evîn Swêd bû hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser

Li şûna Bêrîvan Xalid, Evîn Swêd bû hevseroka nû ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Di rûniştina 95’an de, Meclisa Gelan a Demokratîk îro istîfaya Bêrîvan Xalid ku wê beriya niha pêşkêş kiribû, pejirand.

Di heman rûniştinê de, Meclisa Gelan a Demokratîk Evîn Swêd kir hevseroka nû ya meclisa rêveber.

Hêjayî gotinê ye ku Bêrîvan Xalid ji sala 2018’an ve, wekî Hevseroka Meclisa Rêveber kar û xebatên xwe dikirin û piştî 6 salan îstîfaya xwe ji kar da.

Back to top button