Misirê di mijara operasyona li dijî Refahê de Îsraîl hişyar kir

Li aliyekî operasyona leşkerî ya li dijî Refahê li aliyê din rewşa birçîbûnê ya li Xezayê di rojeva cîhanê de ye.
Serokkomarê Misirê derbarê destpêkirina operasyona bejahî ya li dijî Xezayê de Îsraîl hişyar kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî jî ragihand ku li Xezayê gel di nava rewşeke xeternak de dijî.
Amerîkayê jî eşkere kir ku li Xezayê krîzeke mirovî tê jiyîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû duh careke din dubare kir ku ew ê li dijî herêma Refahê ya Xezayê operasyona bejahî pêk bînin.

Piştî vê daxuyaniya Netanyahû, Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî derbarê plana destpêkirina operasyona leşkerî ya li dijî Refahê de ku zêdeyî 1,5 mîlyon Filistîniyan xwe lê girtine, hişyarî da Îsraîlê.

Sîsî ku derbarê mijarê de duh li Qahîreyê bi Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte re civîna çapemeniyê lidarxist diyar kir divê li Xezayê agirbesteke lezgîn pêk were û êrişên Îsraîlê bi dawî bibe.

Her wiha Sîsî destnîşan kir êrişên li dijî sivîlên li Xezayê binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.

Guterres: Gelê Zezayê di nava rewşeke xeternak de dijî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Antonio Guterres jî bal kişande li ser şerê li Xezayê û diyar kir êrişên li dijî sivîlan û ne parastina wan binpêkirina hiqûqa mirovî ya navnetewî ye.

Guterres ku bi saziyên civaka sivîl re hatin cem hev derbarê şerê li Xezayê de axivî.

Guterres got, “Pirraniya kesên li Xezayê hatin kuştin jin û zarok in. Gelê Xezayê di nava rewşeke xeternak de dijî.”

Amerîka: Li Xezayê krîza mirovî heye

Qesra Spî ya Amerîkayê jî eşkere kir ku li Xezayê karesateke mirovî tê jiyîn.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean Pierre derbarê rewşa li Xezayê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Jean Pierre bal kişande li ser rewşa birçîbûnê ya li Xezayê derbaskirina alîkariyên mirovî û wiha got;

“Em dibînin ku pêdiviya gelê Filistînê bi pêdiviyên sereke yên mîna av, xwarin û dermanan heye. Em hewl didin hê zêde alîkariyê derbasî Xezayê bikin. Ji ber li Xezayê dema krîza mirovî diqewime.”

Yekîtiya Ewropa banga vekirina rêya alîkariyê li Îsraîlê kir

Li aliyê din Yekîtiya Ewropayê jî banga vekirina rêyên alîkariyê ên ji bo Xezayê li Îsraîlê kir.

Têkildarî mijarê Endamê Komîsyona Rêveberiya Krîzê a Yekîtiya Ewropayê Janez Lenarcic daxuyanî da.

Lenarcic ji bo hê zêdetir alîkarî ji Başûrê Qibrisê derbasî Xezayê bên kirin, bang li Îsraîlê kir ku di korîdora behrê de rêyên din veke.

YE: Divê herî kêm rojane 500 wesayîtên alîkariyê derbasî Xezayê bibin

Li aliyê din Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von der Leyen jî ragihand ku rojane pêdivî bi 500 barhilgirên alîkariyê ya ji bo Xezayê heye.

Von der Leyen ku têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X daxuyanî da wiha got,

“Şandiya alîkariyan ji Başûrê Qibrisê alternatîfa şandina alîkariyên bi rêyên bejahî nîne.

Pêwîstî pê heye ku herî kêm rojane 500 wesayîtên alîkariyê derbasî Xezayê bibin.”

Hemas: Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 88 kesên din hatin kuştin

Back to top button