Bedran Çiya Kurd: Rapora NY’ê hesab ji sûcdarên şer naxwaze

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd derbarê rapora NY’ê ya li ser Sûriyê axivî û got:
“Naveroka raporê derbarê sûcên dewleta Tirk li deverên dagirkirî û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de erênî bû.
Pêwîst bû di raporê de biryarên hesabxwestina ji sûcdarên şer bihatana dayîn ku sûcdarên şer ji bo dadgehên navneteweyî bên veguhestin.”

Komîteya Neteweyên Yekbûyî-NY derbarê aloziya Sûriyê de di 11’ê Adarê de raporek derxist.

Komîteyê di rapora xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanckirina binesaziya wê weke sûcên şer û binpêkirina qanûna mirovî pênase kir.

Derbarê mijarê de hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd axivî.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku naveroka raporê derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker li deverên dagirkirî û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de erênî bû û got:

“Pêwîst bû di raporê de biryarên hesabxwestina ji sûcdarên şer bihatana dayîn ku sûcdarên şer ji bo dadgehên navneteweyî bên veguhestin.”

Çiya Kurd: Hêzên Navneteweyî li hember çareserkirina dosyeya çeteyên DAIŞ’ê berpirs e

Di raporê de rewşa kampên Hol û Roj ên malbatên çeteyên DAIŞ’ê hat behskirin.

Lê belê bal li ser rewşa kampên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hezaran koçberên Sûrî yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û siyasetên hikumeta Şamê tê de bi cih bûne, nehat kişandin.

Girêdayî vê, Çiya Kurd hemû hêzên navneteweyî li hember çareserkirina dosyeya çeteyên DAIŞ’ê berpirs dît û got:

“Em rexneyan qebûl dikin û em dizanin ku gelek kêmasî hene.

Lê belê derfetên Rêveberiya Xweser kêm in û nikare hemû pêdiviyan peyda bike.

Ev berpirsiyarî jî ne tenê ya Rêveberiya Xweser e, her wiha ew a civata navneteweyî û hêzên navneteweyî ye.”

Çiya Kurd: Divê NY di dosyanê çeteyên DAIŞ’ê de bi erka xwe rabe

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina doseyaya çeteyên DAIŞ’ê di nav hewldanan de ye û ev bang kir:

“Em bang li NY’ê û hêzên navneteweyî dikin ku li hember dosyeya çeteyên DAIŞ’ê berpirsiyarî tevbigerin.
Koçberên bi darê zorê jî hewcedarên alîkariya mirovî ne û rewşa wan gelekî dijwar e.”

NY’yê êrişa li dijî ekîba JIN TV’yê belge kir

Back to top button