Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Brîndar Gezîcî ku di 7’ê Adarê de li navçeya Bazîd a Agiriyê hatibû binçavkirin, li qereqola polîsan ji aliyê leşker û cerdevanên Tirk ve rastî êşkenceyê hat.
Hat diyarkirin ku Brîndar Gezîcî 2 rojan bi çopa hesinî û pensê hatiye êşkencekirin.
Gezîcî ji aliyê dadgehê ve hat girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Agiriyê.
Xwişka Brîndar Gezîcî Şerzan Gezîcî bertek nîşanî êşkenceya li birayê wê hatiye kirin da û got;
“Li ser rêya midûriyeta polîsan êşkence li birayê min hat kirin û li ser hişê xwe çû.
Piştî tê ser hişê xwe, dîsa ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi çopa hesinî tê derbkirin.
Di dawiyê de, ew tiliyên destê çepê bi pensê dijdînin.
Niha di ser û pozê wî de şikestin hene.
Dema ku ez çûm dîtina birayê xwe, ew bi zorê li ser xwe disekinî.”
Şerzan Gezîcî anî ziman ku ev mînaka herî berbiçav a kîna dewletê ya li hemberî Kurdan e û got:
“Em vê rewşê hem weke malbat hem jî weke gelê Kurd qebûl nakin. Em vê pergala êşkenceya dewletê eşkere dikin.”