Projeya çaksazkirina pîra nû ya Reqayê derbasî qonaxa dawî bû

Projeya çaksazkirina pîra nû ya Reqayê ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Cotmeha 2022’yan dabû destpêkirin, derbasî qonaxa xwe ya dawî bû.
Çaverê ye piştî 50 rojan proje bi temamî bi dawî bibe.

Armanc ji projeyê sivikkirina barê pîr û bendavên din ên li ser çemê Firatê ye.

Derbarê qonaxa ku proje niha tê de ye rêveberê avakirina pîra nû endezyar Îhab El Hamid got:

“Em gihîştin qonaxa dawîn a projeyê, tenê hîmek maye bê avakirin, ew jî niha tê pêkanîn.”

Îhab El Hamid diyar kir ku niha ew êdî li ser avê dixebitin û destnîşan kir ku qonaxa dijwar a projeyê derbas bû.

Girêdayî derengmayîna bidawîbûna projeyê El Hamid got:

“Hatibû diyarkirin ku proje di salekê de bi dawî be.

Lê sedema derengmayîna projeyê ew bû ku hîmeke bi temamî hatibû wêrankirin, ji ber wê jî zehmetî tê de li pêşiya me derketin.

Lê niha proje dê piştî 50 rojan bi dawî be.”

Back to top button