Silêmaniye-Komîteya malbatên Şehîdan banga tevlîbnûna Newroza Qendîlê kiir

Endamên Komîteya Malbatên Şehîdan Cejna Newrozê pîroz kirin û bang li gelê Kurd kirin ku îsal tevlî pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê bibin.

Li bajarê Silêmaniyê Endamên Komîteya Malbatên Şehîdan ya Başûr Amanc Heme Reşîd, Beyan Ferex, Ebdulwehab Ehmed, Daye Seede, Îbrahîm Mihemed Emîn bi peyamekê Cejna Newrozê li gelê Kurd û dostên wê pîroz kirin.

Di peyama malbatên şehîdan de bang li gelê Kurd û dostên wê kirin ku tevlî pîrozbahiya Cejna Newroza îsal ya Binarê Qendîlê bibin.

Hunermend Mîdya Husên ji bo tevlîbûna Newroza Qendîlê bang kir

Her wiha Hunermende navdar yê Kurd Mîdya Husên yek ji hunermendên ku wê beşdarî pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê bibe,

di peyameke vîdyoyî de bi rêya helbestekê bang li hemû gelê Kurd kir ku tevlî pîrozbahiya Newroza Binarê Qenbdîlê bibin.

Îsal jî weke hemû salên borî di 21’ê Adarê saet 12:00’an de li Binarê Qendîlê wê bi aweyek girseyî Cejna Newrozê bê pîrozkirin.

Wê li Qendîlê Newroz 21’ê Adarê bê pîroz kirin

Back to top button