Agirê Newroza 2024’an li gelek bajarên herêmê hat pêxistin

Şêniyên gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêxistina agirê Newrozê cejna Newrozê ya 2024’an pêşwaz kirin.

Doh êvarê şêniyên bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahî li dar xistin, agirê Newzorê yê yekem dadan û bi wê yekê dest bi şahiyên cejnê hat kirin.

Li navçeya Girkê Legê Şaredariya Gel şahiyek li pêşiya avahiya şaredariyê li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de peyam hatin xwendin û şêniyan li derdora agir govend gerandin.

Li Tebqayê jî şahiyek li navenda Yekitiya Werzîşê ya kantona Tebqayê hat lidarxistin.

Bi dehan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û tevgerên jinan û ciwanan beşdarî şahiyê bûn.

Dayikên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist.

Şahî bi gerandina govendan li dor agirê Newrozê bi dawî bû.

Back to top button