Xelkê navçeya Amûdê cenazeyê şervanê QSDˊê Rohat Hesekê bi merasîmekê oxir kir.
Şervanê QSDˊê Silêman Xelef “Rohat Hesekê” 12′ ê Adarê li Dêrazorê şehîd bû.
Îro jî Şêniyên Amûdê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristan Şehîd Îsmaîl a Amûdê ji bo oxirkirina şehîd kombûn.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Colî fedakariyên şehîdan bi bîranî û got:
“Vî gelî di oxira azadiyê de tiştên herî giranbiha da û di oxira serkeftin û parastina destkeftiyan de amade ye her tiştî pêşkêş bike.”
piştî axaftinan cenaziyê şehîd di nava durişmeyan hat oxirkirin.