Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê û destpêkirina aloziya li Sûriyeyê, panelek li dar xist.
Panel li avahiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya li Reqayê bi beşdariya rêveberên MSD’ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Rêveber a Reqayê, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û Meclisa Kesk a Idlibê hat lidarxistin.
Di panelê de endamê Buroya Pêwendiyan a MSD’ê Mistefa Osman bi bîr xist ku li dijî êriş û neheqiyan gelên herêmê serî hildaye.
Piştî axaftinê sînevîzyonek der barê Serhildana 12’ê Adarê de hat nîşandan. Beşa yekemîn a sempozyûmê dest pê kir.
Hevseroka Buroya Têkiliyan a MSD’ê Amal Dada axivî û got:
“Rejîmê hewl da aloziyê derxe, lê di encama hişyariyê de nakokiyên di navbera Ereb û Kurdan de ji holê rabûn.
Tişta ku em dixwazin bibêjin ev e ku Serhildana 12’ê Adarê bûye şoreşeke giştî û em hinek ji berhemên wê didirûn.”
Di beşa duyemîn Hevseroka MSD’ê Leyla Qehraman axivî û wiha got:
“Tişta ku di 12’ê Adarê de li stadyumê qewimî, êrişeke li ser gelê Kurd bû.
Şoreşa 12’ê Adarê bihara şoreşa Sûriyê ye.”