Amerîka wê bi bihayê 3,5 milyar dolar moşekan bide Polonyayê

Her ku diçe ragêşiya li gel Rûsyayê zêde dibe, Amerîka jî li gel Polonyayê lihevkirina çekan qebûl kir û di mijara gefên Rûsyayê de hişyarî da.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi serokên Polonî re hevdîtin pêk anî.

Û piştevaniya xwe ya ji bo Ûkraynayê anî ziman û di mijara ‘tehdîda Rûsyayê’ ya li ser Ewropaya Rojhilat de hişyarî da.

Biden li Qesra Spî bi Serokê Polonyayê Andrzej Dûda û Serokwezîr Donald Tûsk re hevdîtinek pêk anî û got:

”Bi rastî jî bêyî ku zêde wext derbas bibe, hewce ye em dest bi tevgerê bikin.

Polonya jî baş dizane ku Rûsya li Ûkraynayê nasekine.”

Serokkomar Andrzej Dûda piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got:

”Hewce ye rê nedin emperyalîzma Rûsyayê ku zirarê bide aramî û hebûna aştiyane ya Ewropayê.”

Her wiha Amerîkayê bi hevalbendê xwe yê NATO’yê re lihevkirina çekan jî qebûl kir.

Rêveberiya Amerîkayê ji Kongreyê re peymana ku tê de ji Warşovayê re firotina moşekên hewayî û bejayî yên dûravêj û moşekên hewayî yên menzîlkurt cih digire, ku bihayê wan 3 mîlyar û nîv e pêşkêş kir.

Back to top button