Îro salveger 12’emîn a şehadeta yekemîn çalakvana Yekitiya Star (Kongra Star a niha) Gulê Selmo ye.
Hêzên Parastina Civaka Jin HPC-JIN bi boneya 12′ mîn salvegera şehadeta şehîd Gulê Selmo toreneke leşkerî li dar xist.
Bi dehan jinên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Endama Tûgaya Şehîd Gulê Selmo Fatima Hesen di merasîmê bîranînê de axivî û got:
”Şehîd Gulê Selmo ji bo gelê xwe şer kir û li ber xwe da û şehîd bû.
Li ser vê bingehê jinên taxê rabûne ser piyan û li ser şopa gulê têdikoşin.
Me li ser navê şehîd Gulê Selmo bi armanca parastina xwe ya jin li hemberî hemû êrîşên li ser jinan ev tabûra leşkerî ava kir.”