Qonaxa duyemîn a Pêngava Têkbirina terorê ya QSDê, di roja sêyemîn de bi awayekî serkeftî dewam e. Di pêngavê de, yek jî serçete zêdetirî 28 çete hatin girtin.
Qonaxa duyemîn a pêngava “Têkbirina Terorê” li bakur- rojhilatê Dêra Zorê di roja xwe ya sêyemîn de bi xurtî didome.
QSD, bi tevlîbûna Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, YPJ’ê û Hêzên Asayîşê, pêngavê bi rê ve dibe.
QSD’ê di Pêngava Tunekirina Terorê de serçeteyekî DAIŞ’ê ku berpirsê belavkirina fonên şaneyên DAIŞ`ê yê li rojhilatê Dêrazorê ye di nav de, 28 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Serçeteyê DAIŞ`î ku navê wî nehat zanîn, li bajarokê Şehîl ê li rojhilatê Dêrazorê hate girtin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgirîya hêzên komando gelek kesên bigumana endamtiya DAIŞ’ê û kesên pê re didin û distînin, li gundên Cedîd Egîdat, Cedîd Bikare li rojavayê bajarokê Basîra yê li rojhilatê Dêrazorê, girtin.
Heta niha di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de gelek çete hatine girtin û miqdarên mezin ên çek, cebilxane, mayîn û gelek amûrên elektronîk hatin desteserkirin.