Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan li Cebel Zawiyê êrîşî hev kirin

Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk careke din li başûr û rojhilatê Idlibê êrîşî hev kirin. Tevlihevî û nakokiyên li Derayê jî berdewam dikin. Li nêzîkî navendeke dengdayînê ya qaşo Meclisê a hikûmeta Şamê teqînek rû da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê Idlibê yê başûr şer û pevçûn bê navber dewam dikin.

Li gorî çavdêriyê piştî nîvê şevê hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêma Cebel Zawiyê careke din bi topan êrîşî hev kirin.

Li rojhilatê Idlibê jî êrîşên her du aliyan çêbûn.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku îro hêzên hikûmeta Şamê mûşek avêtin çeteyên li gundê Mecliya yê bajarê Erîha.

Hemwextî wê jî çeteyan nuqteyên hêzên hikûmetê li gundê Kefer Betîx ê bajarê Seraqibê topbaran kir.

Hêzên hikûmetê jî hinek dever li gundê Til Wasit ê Sehil Xab li gundewarê Hemayê yê bakur-rojava topbaran kir.

Di encama topbaranê de welatiyek hat kuştin û jinek jî birîndar bû.

Tevlihevîya li bajarê Dera’yê dewam dike

Li bajarê Derayê jî tevliheviya ji ber nakokiyên hêzên bi ser Îranê ve û çekdarên bi ser Rûsya ve berdewam e.

Di vê derbarê de çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çekdarên nenas bi bombeyên destan

êrîşî şaredariya bajarokê Besir Herîr a rojhilatê Derayê kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Tenê zirareke madî çêbû.

Di teqîna li bajarokê Senemîn yê bi ser Derayê de 2 kes birîndar bûn

Li bajarê Senemîn ê Derayê jî hemwextî dengdayîna qaşo hilbijartinên Meclisê hikûmeta Şamê, teqînek rû da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku teqîn li nêzîkî navendeke dengdayînê pêk hat.

Di encama teqînê de 2 welatî birîndar bûn.

Back to top button