Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Çewlika Dicle ya xwedîkirina çêlekan li bajarê Dêrikê hat vekirin.
Li gundê Zixat ê bajarê Dêrikê, Çewlika Dicle ji aliyê Saziya Çandinî û Xwedîkirina Siwalan ve, hat vekirin.
Di çewlikê de 6 hingar tenê ji bo xwedîkirina çêlekên berhemdar û golikan hene.
Her wiha di çewlikê de tevî 500 serî çêlek, 400 serî mih jî tên xwedîkirin.
Rojane yek ton û nîv şîr ji çewlikê tê hilberandin û ji bo çêkirina penêr û mast jî beşek hatiye veqetandin.
Ev proje, bi armanca pêşvebirin, geşkirina aborî û pêkanîna pêwîstiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat destpêkirin.