Herêma Kesk a Bexdayê û Baregeha Tacî careke din bû armanca mûşekan.
Şevê din sê mûşek li Baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê ketin û 4 mûşek jî li nêzî Balyozxaneya Emerîka ya li herêma Kesk ketin.
Berdevkê Koalîsyonê ya li Dijî DAIŞ’ê Myles Caggins, raghand ku ew ê baregeha Qaim radestî hêzên Hikumeta Iraqê bikin.
Caggîns valakirina baregehê ji ber êrîşan red kir û da zanîn ku ew ê 300 leşkerên xwe yên li Baregeha Qaim veguhezin.
14’ê vê mehê jî dijî bergeha Tacî êrîşên dijwar pêk hatin, di encamê de leşkerên Amerîka û Brîtanyayê hatin kuştin.