Hemas: Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de 88 kesên din hatin kuştin

Şerê Hemas û Îsraîlê 159 roj li pey xwe hişt.
Îro jî li Xezayê nêzî 100 kesên din hatin kuştin û bê dehan kes jî birîndar bûn.
Ji ber şerê li Xezayê aloziya li herêmên Şerîa Rojava û Qudsê jî zêde dibe.

Şerê li Xezayê 159 roje bi dijwarî didome û rojane bi dehan kes tên kuştin û birîndar dibin.

Ji duh heta îro li bajêr şer û êrişan giran pêk hatin.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Filistînê hêzên Îsraîlê li dijî herêmên Darac û Zeytûn yên Xezayê êrişên ezmanî pêk anîn.

Hat diyar kirin di encama êrişan de jê 2 jin 7 zarok, 15 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha hat ragihandin di êrişa li dijî taxa Til Hewa de jî 5 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer ya 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Wezaratê ragihand di êrişên hêzên Îsraîlê de 88 kesên din hatin kuştin 135 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên li Xezayê mirin derket 31 hezar 272 kesan ya birîndaran jî bû 73 hezar 24.

Li şerîa Rojava û Qudsê 4 kes hatin kuştin

Tevî Xezayê li herêmên din jî êriş û alozî didomin.

Hat ragihandin di encama êrişa hêzên Îsraîlê de li herêma Cenîn ya Şerîa Rojava 2 kes hatin kuştin 4 jî birîndar bûn.

Hat diyar kirin hêzên Îsraîlê li Qudsê jî êriş pêk anîn.

Li gorî çepemeniya Filistînê di encama êrişa li devera El Cib ya bajêr de 2 kes mirin 3 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li Şerîa Rojava û Rojhilatê Qudsê hejmara kesên ku ji ber êrişên Îsraîliyan hatin kuştin derket 432’an û zêdeyî 4 hezar 500 kes jî birîndar bûn.

Senatoran bang li Biden kirin: Şandina çekan ji bo Îsraîlê rawestîne

Back to top button