Greva birçîbûnê ya di girtîgehên dewleta Tirk de roja 108’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker dane destpêkirin di roja 108’an de ye.
Dîlgirtiyên azadiyê banga azadiya fîkî ya Rêber Apo dikin.
Çalakgerên li Nobeta Edaletê jî îro careke din diyar kirin ku heta daxwazên girtiyan bicîh neyên ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd ji 27’ê Mijdarê ve dest bi greva biçînê kirine.

Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê îro di roja 108’an de jî bi biryardarî dewam kir.

Nobeta Edaletê: Em ê dest ji azadiyê bernedin

Hemwextî vê çalakiyên Nobeta Edaletê jî di roja 100’an de ye.

Yek ji dervera ku çalakî bi biryardarî lê didome paytexta Kurdistanê Amed e.

Malbatên girtiyan îro careke din banga rakirina tecrîdê kirin û gotin:

“Heta ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Yek ji xizma malbatên girtiyan Meryem Tûran li ser armanca çalakiyê axivî û got:

“Divê tecrîda li dijî Rêber Apo rabe.

Banga min li hemû dayikan e, em bi hêzeke mezin cihê xwe li cem dayikan bigirin.”

Ji malbatên girtiyan Rabîa Ataşê jî diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyan were rakirin di Nobeta Edaletê de cih digirin û got:

“Heke tecrîda li ser Serokê me were rakirin, wê tecrîda li ser zarokên me jî rabe.”

Çalakiya li Mêrsînê jî bi heman awayî di roja 100. de ye.

Malbatên girtiyan li wir jî peyama domandina têkoşînê dan û diyar kirin ku wê têkoşîna dayikan xelas nebe.

Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehan û got:

“Heke piştî hilbijartinê zarokên me dest bi rojiya mirinê bikin, dayikên wan jî nasekinin û li vê rewşê temaşe nakin.”

Erbey, anî ziman heta ku aştî û edalet neyê welat wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Çalakiyên Nobeta Edaletê bê navber didome

Back to top button