Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di vekirina buroya hilbijartinê ya Farqînê de axivî û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de Farqînê ji talanker û qeyûman rizgar bikin.”
Dayikên di Nobeta Edaletê yên Mêrdînê jî pêşmalkên bi nivîsa “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û tevlî xebatên hilbiajrtinê bûn.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Farqîn a Amedê mitîng li dar xist.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi namzetên hevşaredariya bajarê mezin yê Amedê re tevlî mitîngê bûn.

Ji namzetên şaredariyê Kadrî Esen jî bal kişand ser qeyûman û wiha got:

“Ev gel dîrok û zimanê xwe baş nas dike.

Divê hûn di 31’ê Adarê de dengê xwe bidin DEM Partiyê.

Dem dema Farqînê ye.” Esen, her wiha projeyên xwe vegotin.

Namzetê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî diyar kir ku li tevahiya kolanên bajar zimanê kurdî serwer be û got:

Wê ciwanên Farqînê xwedî li bajarê xwe derkevin.

Bayindir: Newroza azadiya Ocalan

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di mitîngê de wiha got:

“Gelê me li hemû bajar û navçeyên Tirkiye û Kurdistanê li ser pêyan e.

Ji bo serkeftina mezin dixebitin.

Em îro li Farqînê dibêjin ku; li cem xayinan û kesên zimanê me înkar dikin cih negirin. ”

Bayindir, bal kişand ser pîrozbahiyên Newroza 2024’an û wiha pê de çû:

“Em Newroza îsal bi daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêşwazî dikin.”

Li Nisêbînê çalakgerên Nobeta Edaletê tevlî xebatn hilbijartinê bûn

Li aliyekî din di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, dayîkên di çelakiya Nobeta Edaletê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê daketin qadan.

Kiliçgun û şandeya pê re li pêşiya avahiya DEM Partiyê ji aliyê Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiya Nobeta Edaletê de ne hat pêşwazîkirin.

Dayîkên Aşitiyê bi şandeyê re çûn serdana esnafan.

Di dema serdanê de berxwedana zindanan hate silavkirin.

DEM Partî xebatên hilbijartinê yên şaredariyan didomîne

Back to top button