DEM Partî xebatên hilbijartinê yên şaredariyan didomîne

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xebatên ji bo hilbijatina Şaredariyan dewam dikin.
DEM Partî ji bo derngê xwe bigîne herkesî bajar bajar û kolan kolan digere.
Parlementerên DEM Partiyê li her cihên ku diçin jî bi çoşerke mezin têne pêşwazî kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Mûşê, Tulay Hatîmogûllari jî li Semsûrê bi gel re civiya bi gel re civiya.
Hevserokan diyar kirin ew ê 31’ê Adarê bersiva pêwîst bidin desthilatê û bi rêjeyeke herî bilind bi ser kevin.

19 roj ji hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re maye.

Lewma DEM Partî ji bo dengê xwe bigîne herkesî bajar bajar û kolan kolan digere.

Bakirhan: Qeyûmên ku tabloyên bi ziman ê Kurdî radikin wê ji vir biçin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveyê de li Mûşê serdana gel kir.

Bakirhan û şandeya pê re destpêkê çûn navçeya Têlîyê.

Li vir bi gel re hevdîtin kirin û piştre jî derbasî bajarokê Lîzê yê navçeya Kopê bûn.

Tuncer Bakirhan li wir axivî û diyar kir ku xelkê Lîzê hêj ji niha ve nîşan daye ku wê di hilbijartinê de bi ser kevin.

Her wiha Bakirhan, bertek nîşanî qeyûmên ku tabelaya bi kurdî rakirine da û got,em ê 31’ê Adarê bersiva pêwîst bidin wan û bi rêjeyeke herî bilind bi ser kevin.

Bakirhan şehîdên Qamişlo bi bîr anî

Piştî hevdîtinên li wir Şandeya Dem Partî derbasî navçeya Kopê bûn.

Li wir hevserokê giştî Bakirhan Şehîdên 12’ê Adara 2004’an yên li Qamişlo bibîranî.

Tulay Hatîmogûllari li Semsûrê xebatên hilbijartinê dewam kir

Li aliyê din Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari jî li bajaroka Bulamê ya Semsûrê bi gel re civiya.

Şande di ketina gundê Çakalê ya girêdayî navendê ji hêla partiyiyan ve bi gulan hatin pêşwazîkirin.

Piştre jî Tulay Hatîmogûllari bi konvoya wesayîtan derbasî buroya hilbijartinê ya Bulamê bû.

Tulay Hatîmogûllari: Em ê hesabê erdhejê di sindoqan de ji desthilatê bipirsin

Tulay Hatîmogûllari qurbaniyên erdehejan ku navenda wê Mereş bû bi bîr anî û ev bang kir:

“Weke keseka ji Hatayê min jî mîna we êşa erdhejê kişand.

Em li dijî dewletê bihêrs in, alavên kar ji bo xelaskirina mirovan seferber nekirin.

Me ev êş ji bîr nekiriye û em ê ji kesên ku ev tişt bi me dane jiyan kirin hesabê bipirsin.”

DEM Partî ji bo serkeftinê xebatên xwe didomîne

Back to top button