Şehîdên 12’ê Adarê li kantona Cizîrê bi çalakiyan hatin bibîranîn

Bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo çalakiyên curbicur li kantona Cizîrê hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de meş hatin lidarxistin, daxuyanî hatin dayîn û serdana gorên şehîdan hatin kirin.Di çalakiyan de hate gotin: “Ev serhildan bû destpêka serhildan gelan ya ji bo aştiyê.”

20 sal di ser salvegera Serhildana 12’ê Adarê re derbas bû.

Bi vê boneyê gelek çalakî li herêmê hatin lidarxistin.

Li Tirbespiyê malbatên şehîdan, endamên saziyan, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran serdana gorên şehîdên 12’ê Adarê kirin.

Li wir daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin:

“Serhildana li Qamişloyê rê li ber serkeftinên mezin vekir, bi saya şehîdên wê demê em niha gihane astên pir bilind.”

Bi vê dirûşmê şêniyên Dêrikê jî şehîdên serhildanê bibîranîn.

Piştî meş veguherî mêtingê daxuyaniyek hate dayîn.

Hate diyarkirin ku Serhildana 12`ê Adarê çirûsaka tevgera gelê Sûriyê ya sala 2011’an e.

Li Til Hemîs jî şêniyan meşek ji bo bîranîna şehîdên serhildanê li darxistin û serdana gorên şehîdan kirin.

Piştî bidawîbûna meşê gelek axaftin hatin kirin û ev yek hate gotin:

“Tiştê ku di 2004’an de li Qamişloyê rûda armanc jê derxistina fitne û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de bû, lê biserneket.”

Li Çilaxa jî meşek ji bo bîranîna şehîdan hate lidarxistin.

Li navçeya Amûdê jî daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin:

“Ev serhildan bû destpêka serhildan gelan ya ji bo aştiyê.”

Li Hesekê û Dirbêsiyê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û bang li hemû pêkhateyên herêmê hat kirin ku destkeftiyên şoreş û serhildanên xwe biparêzin.

Back to top button