Îro salvegera 20. a serhildana 12’ê Adarê ye.
Di rojek weke îro de, ji bo çandina tovê dijminahiyê di nava gelên herê mê de, rejîma Baas li ser dîkê bû.
Lê ev serhildan ya bûyî çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê îro bi hevgirtina gelan geş bûye.
Îro li cihê ku dihat xwestin tovê nîjadperestiyê biçînin, careke hevgirtina gelan hebû.
Di merasîma bîranîna şehîdên serhildanê de, xelkê Dêrazor û Qamişlo li kêleka hev bûn.
îro 20’emîn servegera serhildana 12 adarê ye
di bin dirûşma di bîranîna 20 emîn a salvegera raperîna qamişlo emê bi biratiya gelan hemû pilanan têk bibin
bi hezaran xelkên bajar herikîn qada şehîdên 12 adarê û şehîdên xwe bibîr anîn..
hevseroka partiya yekîtiya demokrat Asya abdula di nava wê mîtingê de ji televizyona mere axivî û got:
me bi hevgirtina xwe hemû pilanên desthiladaran têk birin
Asiya Abdulah di dewama axaftina xwede beng li tevahiya gelan kir ku bi rihê netewa demokurat ew hevgirtina xwe xurtir bikin
Di nava wê mîtingê de li ser navê rêvebriya xweser,malbatê şehîdan û kongira star axaftin hatin kirin û cardin soza xurtkirina hevgirtina gelan nû kirin.
Di dawiyê mîtingê de matcek di navbera tîma cîhad a cizîrê û ya fitiwê ji dêrezorê pêk hat..