NY û Îtalya ji bo xezayê pêngava alîkariyê destpê kirin

Ji ber şer û dorpêça li ser Xezayê şandina alîkaran ji bo bi sedhezaran kesî di rojeva cîhanê de ye.
Saziyên alîkariyê yên NY û Îtalyayê pêngava alîkariyê destpêkirin.
Amerîkayê jî ragihand ew li ser rêyeke alîkariyê ya behrê dixebitin.

Di rojeva cîhanê de şandina alîkariyên mirovî ên ji bo Xezayê heye.

Îtalya û saziyên alîkariyê yên Neteweyên Yekbuyî ji bo Xezayê pêngava alîkariyê dan destpêkirin.

Têkildarî mijarê rayedarên Îtalî û rêveberên saziyên alîkariyê ên NY li paytexta Îtalya Romayê li hev civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî piştî civînê daxuyanî da û wiha got,

“Armanca me ew e ku li hember vê rewşa bi êş ya mirovî zêdetir hewldanan bikin.”

Tajanî diyar kir ew ê têkildarî mijarê welatên G-7, endamên Yekîtiya Ewropa, Îsraîl, Filistîn, welatên Ereb û Hemasê jî agahdar bikin.

Keştiya alîkariyê ya ji bo Xezayê ji Qibrisê bi rê ket

Keştiya 200 ton alîkarî lê barkirî ku demek bû li Qibrisê dihat sekinandin serê vê sibê ber bi Xezayê ve bi rê ket.

Hat diyar kirin keştiya bi navê Open Arms ku tiştên xwarinê ên mîna ard û birinc lê barkirî, di seetên zû yên sibê de ji bendera Larnaka ya veqetiyaye

Saziya alîkariyê World Central Kitchen (WCK) îro li ser hesabê X daxuyanî da û ragihand alîkariya ku saziyê amadekiriye ber bi Xezayê ve bi rê ketiye.

Amerîka: Ji bo alîkariya Xezayê em li ser rêyeke behrê dixebitin

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî têkildarî mijara alîkariyê ya ji bo Xezayê daxuyanî da.

Wezaretê eşkere kir, ji ber di şandina alîkariyên mirovî ên ji bo Xezayê de rêyên din kêm dimînin ew li ser vekirina rêyeke behrê lêkolînê dikin.

Berdevkê Wezaretê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê mijarê de da.

Miller bibîrxist ku di hefteyên dawiyê de wan ji ezman ve alîkariyên mirovî danîne Xezayê û wiha got,

“Ji bo alîkariyên zêde em li ser rêya behrê jî lêkolînê dikin. Lê ev rêya behrê ne alternatîfê rêya bejahî ye, tenê wê alîkariyê bike. Ji ber vê em ê ji bo derbaskirina alîkariyan bi rêya bejahî zextên xwe bidomînin.”

Di roja yekem ya Remezanê de li Xezayê 67 kes hatin kuştin

Back to top button