Bedran Çiya Kurd: Serhildana 12′ Adarê bû destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd 20’emîn salvegera şehîdên serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo bi bîr anî û got: “Ev serhildan bû destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê û mîraseke şoreşgerî ya Şoreşa Azadî û Rûmetê.
Serhildana Qamişlo ji bo şikandina hemû astengan bi cesareteke şoreşgerî pêngavek pratîk bû.”

Îro salvegera 20’an a salvegera serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo ye.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bi rêya hesabê xwe yê li ser platforma X, 20’an salvegera şehîdên serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo bi bîr anî.

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku serhildaran ku di 12’ê Adara 2004’an de dest pê kir, kombûna aloziyên ku ji ber siyasetên hikûmeta Şamê yên li dijî gelê Kurd çêbibûn nîşan dide û got:

“Ev serhildan ji Qamişlo dest pê kir û hemû herêmên Rojava, heta bajarên mezin ên Sûriyê yên wekî Heleb, Şam û Laziqiyê jî piştgirî dan vê serhildanê.

Ev serhildan bû destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê û mîraseke şoreşgerî ya Şoreşa Azadî û Rûmetê.

Di wê demê de gelê me bi destê berpirsên hikûmeta Şamê ku îro ew bi xwe jî li dijî hikûmeta Şamê şer dikin, rastî kuştin û destdirêjiyê hatin.”

“Serhildana Qamişlo ji bo şikandina astengan bi cesareteke şoreşgerî pêngavek pratîk bû”

Çiya Kurd anî ziman ku bi destpêkirina şoreşa Sûriyê Kurdan têkoşîna xwe berdewam kirin û wiha domand:

“Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo ji bo şikandina hemû astengan bi cesareteke şoreşgerî ya bêhempa pêngavek pratîk bû.

Di encamê de bi sedan kes şehîd û birîndar bûn û hatin girtin.

Ev cesaret ji hişmendiya niştimanî ya ji ber êş û azarên ku gelê me bi dehan salan ji aliyê hikûmeta Şamê ve rastî wan hatiye, derket.

Lê tevî derbasbûna 13 salan li ser wêrankirina Sûriyê, hikûmeta Şamê hîn jî bi heman zihniyetê tevdigere.”

Bedran Çiya Kurd: Hewcedariya welat bi guhertineke siyasî ya berfireh û demokratîk heye

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di dawiyê de got:

“Hewcedariya welat bi guhertineke siyasî ya berfereh û demokratîk heye, ji bo parastina mafên hemû pêkhateyan û jinavbirina siyasetên cudaxwaz ên nedadperwer ku bûne sedema nakokiyên li sûriyê.

Divê deriyên diyalogê di navbera Sûriyan bi xwe de li gorî prensîb û berjewendiyên niştimanî yên Sûrî bên vekirin.”

Serhildana Qamişloyê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê bû meşleya têkoşînê

Back to top button