Pêngava komkirina îmzeyan ji bi azadiya Rêber Apo didome

Pêngava komkirina îmzeyan li hêrêmê berdewam dike.
Li Tiltemir’ê rûspiyê eşîra Begara ya çiyayê Kizwanê tevlî pêngavê bûn.
Rûsipiyan bang li dewletên Ereban û tevahî dewletên cîhanê kirin ku tevli hemleya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.

Komîte ya pêngavê ji saetên sibê de li gundên Sebi Zilam, Deliyaln Jorîn, Deliyan Jêrîn û Seyid Hîsan ên çiyayê Kizwanê yê ku 65 kîlometre dikeve başûrê navçeya Til Temirê de, dest bi komkirina îmzeyan kir.

Rûspiyê eşîra Begara ya çiyayê Kizwanê ku beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûn, banga tevlîbûna pêngavê kirin.

Rûsipiên Til Temir: Em bang li tehî cîhanê dikin ku tev li pêngacê bibin

Rûspiyê eşîra Begara Elî Hisên Mihemed derbarê pêngavê de axivî.

Elî Hisên Mihemed diyar kir ku şêniyên çiyayê Kizwanê bi coşeke mezin tev li hemleyê bûn.

Em bi fikrên Rêbertî û biratiya gelan di navbera gelên Kurd û Ereb de bawer in.”

Mihemed bang li dewletên Erebî û tevahî dewletên cîhanê kir ku tev li hemleyê bin û hewldanên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin.

Li Şehbayê pêngava komkirina îmzeyan bo Rêber Apo

Back to top button