Artêşa Îsraîlê: Hizbullah ji Girên Golanê nêzî 70 moşek avêt

Başûrê Lubnanê bûye qada şerê Îsraîl û Hizbullahê.
Artêşa Îsraîlê ragihand Hizbullah ji Girên Golanê nêzî 70 moşek avêtine, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Her wiha Îsraîl jî êrîşê bajarokê Dursê ya başûrê Lubnanê kir û li gor waliyê Baalbek-Hermelê kesek jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku îro danê sibê Hizbullahê nêzîkî 70 moşek ji Lubnanê ber bi Girên Golanê ve avêtine.

Hate diyarkirin ku ev êrîş yek ji mezintirîn êrîşên moşekî yên Lubnanê bû ji dema ku bombebarana hevbeş a di navbera her du aliyan de di meha Cotmehê de dest pê kir.

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku di encama êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Her wiha artêşa Îsraîlê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê 3 roketavêjên ku ji bo avêtina roketan ji başûrê Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve dihatin bikaranîn xistine xwarê.

Îsraîl li Başurê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anî

Waliyê Baalbek-Hermelê Beşîr Xidir ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de li bajarokê Dursê kesek jiyana xwe ji dest da û li bajarê Tareyya jî têkilî bi 2 kesan re qut bû.

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê cara duyemîn li dijî bajarê Baalbek ê li rojhilatê Lubnanê li nêzî sînorê Sûriyê êrîşeke hewayî pêk anîn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşî bajarokê Ensar ê li başûrê bajarê Baalbekê kirin.

Hat diyarkirin ku hedefa êrîşê avahî bû û piştî ketina bombeyan li herêmê dûman bilind bû, derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

3 bajarokên li Lubnanê bûn armanca êrîşên Îsraîlê

Bajarê Ensar bi qasî 100 kîlometre dûrî sînorê Îsraîl û Lubnanê ye.

Di nûçeyeke din a NNA’yê de hat ragihandin ku Îsraîlê li bajarokê Nakura yê li herêma sînor a li başûrê Lubnanê ye êrîşeke hewayî biriye ser malekê.

Ji aliyê din ve Waliyê Baalbek-Hermelê Beşîr Xidir di daxuyaniya xwe ya li ser platforma X’ê de diyar kir ku di êrîşa Îsraîlê de bajarokên Durs, Tareyya û Şemstarê bûne armanc.

Xidir diyar kir ku di êrîşa li ser bajarokê Dûrsê de kargeheke zeytûnan hatiye hedefgirtin û di êrîşê de kesek jiyana xwe ji dest daye.

Bîlançoya dawî ya windahiyên şer

Artêşa Îsraîlê ji 8’ê Cotmeha 2023’yan vir ve cara ewil êrîşa hewayî birin ser bajarê Baalbekê.

Di şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê heya niha 241 endamên Hizbullahê, 49 sivîlên Lubnanî, 11 Tevgera Amal, 12 Hemas, 12 endamên Cîhada Îslamî, 6 sivîlên Îsraîlê û 11 leşker mirin.

Artêşa Îsraîlê: Ji Lubnanê 30 moşek hat avêtin

Back to top button