Ukrayna bi balafirên bê mirov êrîşî Belgorod kir

Ukraynayê ji bo pêşveçûna Rûsyayê rawestîne êrîşan pêk tîne.
Li gor ajansa Rûsî Ukrayna li herêma Belgorodê bi balafirên bê mirov êrîş pêk aniye.
Her wiha Şefê Îstîxbarata Leşkerî ya Ukraynayê Kirilo Budanov anî ziman operasyonên sabotajê ku li Behra Reş pêk anîne, ev yek amadekariya operasyonên cidî li dijî Kirimê ye.
Li aliyê din lîderê Ukraynayê Volodomir Zelenski diyar kir ku pêşveçûnên Rûsyayê yên li Ukraynayê “rawestiyan”.

Ajansa Nûçeyan a Rûsî ragihand ku artêşa Ukraynayê li herêma Belgorodê bi balafirên bê mirov êrîş pêk aniye.

Derbarê vê yekê de Waliyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov (viyaşeslav giladkov) li ser Telegramê daxuyaniyek da.

Gladkov da zanîn di encama êrîşê de windahiyên canî çênebûye, lê xetên elektirîkê xisar dîtiye.

Ji şefê îstîxbarata Ukranî hişyariya operayona li Kirimê

Şefê Îstîxbarata Leşkerî ya Ukraynayê Kirilo Budanov anî ziman operasyonên sabotajê ku li Behra Reş pêk anîne, ev yek amadekariya operasyonên cidî li dijî Kirimê ye.

Budanov diyar kir ku ev operasyonan ji bo nifuseke ku 10 salin di bin dagirkeriyê de ne peyameke.

Zelenski: Pêşveçûna Rûsya li axa Ukraynayê hat rawestandin

Lîderê Ukraynayê Volodomir Zelenski diyar kir ku pêşveçûnên Rûsyayê yên li Ukraynayê “rawestiyan”.

Zelenski ji kanala Fransî BFM TV re axivî û got,

“Fermandariya me, artêşa me pêşveçûna Rûsyayê ya li rojhilatê Ukraynayê rawestand.”

Di dema ku herikîna alîkariya çekan a ji Rojava bo Kîevê ji ber nakokiyên li Washingtonê kêm bû, Ukrayna di mehên dawî de li eniyê bi zextan re rû bi rû ma û hate dîtin ku Rûsya pêşde diçe.

Lîderê Ukraynayê her wiha diyar kir ku ew “avahiyeke xurtkirinê” ji hezar kîlometre dirêj ava dikin.

Zelenskî bal kişand ser gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku gotibû, “Şandina leşkerên Fransî bo Ukraynayê nayê redkirin” û got:

“Heta ku Ukrayna li ser piyan bimîne, artêşa Fransayê dikare li ser axa Fransayê bimîne.”

Stoltenberg: Ji Ukraynayê re ne ala spî çek pêwîste

Li aliye din Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg eşkere kir ku ew i gotinên Papa Francis ne razî ye ku Ukrayna xwedî “wêrekiya ala spî” be û dawî li şerê ku ji ber Rûsyayê derketiye muzakereyan bike.

Stoltenberg der barê gotinên Papa de jî ev tişt anî ziman:

“Eger em çareseriyeke bi muzakere, aştiyane û mayînde dixwazin, rêya bidestxistina vê jî bi dayîna piştgiriya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê ye.”

Êdî ne dema axaftinê ye li ser radestkirina Ukrayniyan. Ev dê ji bo Ukrayniyan bibe trajediyek.

Ev jî dê xeternak be. ji bo me hemûyan.”

Rûsya: Zêdetirî 150 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin

Back to top button