Li Cîhanê pêşbaziya bazirganiya çekan zêde buye

Di van salên dawiyê de li gelemperiya Cîhanê asta bazirganiya çekan zêde buye.
Welatên ku herî zêde çekan difiroşin Amerîka û Fransa ne û yên herî zêde dikirin jî welatên Asya û Rojhilata Navîn in.
Derbarê mijarê de Enstutiya Lêkolînên Aştiyê ya Navnetewî a Stockholmê raporeke lêkolînê amade kir.

Di cîhanê yek ji bazirganiyên herî mezin bazirganiya çekan e.

Bi taybetî welatên ku nikarin pirsgirêkên xwe bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareser bikin, pêdiviyê bi rêbaza çek û tundiyê dibînin.

Amerîka û Ewropa ku serkêşiya sîstema serdest ya cîhanê dikin, pêşengiyê ji bazirganiya çekan re dikin.

Enstutiya Lêkolînên Aştiyê ya Navnetewî a Stockholmê (SIPRI) derbarê kirîn û firotina çekan ya di asta cîhnê de raporeke lêkolînê amade kir.

Sipri derbarê hinardekirin û deranîna çekan de raporek weşand

Tê diyar kirin welatên Ewropayê di navbera salên 2019 heta 2023’an deranîna çekan du qat zêdekirine lê Fransa buye welatê yekem yê cîhanê ku çek hinarde kiriye û bi pêş Rûsyayê ketiye.

Bi vî Awayî Fransa di hinardekirina çekan de di rêza duyemîn de cihê xwe girt.

Li gorî lêkolînê sedema zêdebûna deranîna çekan ya welatên Ewropayê ya di salên 2022-23’an de şandina çekan ya ji bo Ûkraynayê ye.

Hat diyar kirin piştî Sibata 2022’an ango destpêkirina şer Ûkraynayê ji 30 welatan alîkariya leşkerî girt û di Ewropayê de yekem û li Cîhanê jî bû welatê çaremîn ku çek ji derve anî.

Ango di nava 5 salên dawiyê de Ewropayê ji sedî 23 çekên xwe şand Ûkraynayê.

Li cîhanê di hinardekirina çekan de Amerîka welatê yekemîne

Li gorî raporê Amerîka welatê yekem yê cîhanê ye ku çekan dide derve. Rêjeya firotina çekan ya ji bo derve ji sedî 17 zêde kir.

Tê diyar kirin di nava vê demê de Amerîkayê ji bo 107 welatan sewqiyeta çekên giran kir.

Rêvebirê Enstutiyê Dan Smith dibêje, “Ewropa zêdeyî nîvê çekan ji Amerîkayê digire lê Ewropa ji 3/1 berpirsyarê hinardekirina çekan ya di asta cîhanê de ye.

Fransa ji sedî 34 çekên xwe difiroşe Rojhilata Navîn

Di lêkolînê de tê diyar kirin Fransa a ku di nava vê demê de rêjeya hinardekirina çekan zêdekiriye, ji sedî 42 çekên xwe difiroşe welatên Asyayê û ji sedî 34 jî difiroşe welatên Rojhilata Navîn.

Welatên ku herî zêde çek û balafirên şer ji Fransayê girtine, di rêza yekemîn de Hindistan û paşê jî Qeter û Misir tên.

Hindistan: Sala 2023’an welatê ku herî zêde çek ji derve aniye

Tê diyarkirin di heman demê de Hindistan di sala 2023’an de buye welatê yekemîn ku herî zêde çek ji derve aniye.

Tê diyar kirin rêjeya hinardekirina çekan ya Rûsyayê jî di nava vê demê de ji sedî 53 ketiye. Li gorî lêkolînan di sala 2023’an de Rûsyayê tenê çek hinardeyî 12 welatan kiriye.

Di nava vê demê de Îsraîlê jî ji sedî 69 a çekên xwe ji Amerîkayê û ji sedî 30 jî ji Almanyayê aniye.

Li gorî raporê Tirkiye jî di hinardekirina çekan de di rêza 11’an de ye û para xwe ya di vê yekê de du qat zêdekiriye. Her wiha di derhanîna çekan de jî di rêza 17’an de ye.

Li gorî lêkolînê di hinardekirina çekan de di rêza yekem de Amerîka, duyem Fransa, sêyem Rûsya, çaremîn Çîn û pênecemîn jî Almanya tê.

Back to top button