HPG’ê: Li Zap û Avaşînê 10 leşkerên din ên Tirk hatin kuştin

Li herêmên Zap û Avaşînê, di encama çalakiyên gerîlla de 10 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin. Ev encam ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate parvekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Qadên Zap û Avaşînê artêşa Tirk her cûreyên teknîka giran bikar tîne.

Lê tevî vê yekê jî li hemberî berxwedana gerîlla nikare bighêje armancên xwe.

Navenda Çapemeniyê têkildarî encama çalakiyên dawî yên gerîlla, ev agahî dan raya giştî:

Li herêma Avaşînê

18’ê Gulanê hêzên dagirker xwestin bi çekên kîmyewî Qada Werxelê bombebaran bikin.

Lê ji ber bersivdayîna dijwar a gerîlla, leşkerên Tirk neçar man paşde biçin.

Heman rojê deverên din ên Qada Werxelê, bi çekên kîmyewî û teqemeniyan 11 caran hatin bombebarankirin.

Li herêma Zapê

Li Qada Çiyayêreş a Zapê jî 18’ê Gulanê dagirkerên li dora çeperên şere ên Girê Cehennemê bûn armanca lêdana gerîlla.

Heman rojê li derdora çeperên şer ên Şikefta Birîndaran gerîlla bersiv da êrişa dagirkeran.

Di encamê de 2 leşker birîndar bûn

19’ê Gulanê, dîsa li Qada Çiyayêreş gerîlla li hêzên dagirker dan û li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Dîsa 19’ê Gulanê dagirkeran hewl dan li çeperên şer ên Qada Şikefta Birîndaran teqemeniyan bi cih bikin.

Gerîlla li wan dan û di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku wan 19’ê Gulanê têkildarî şerê li derdora Şikefta Birîndaran raya giştî agahdar kiribû û got; Me agahî parve kir ku cenazeyên leşkerên Tirk ên li Qada Şikefta Birîndaran di bin kontrola hêzên me de ne.

Dagirkerên xwestin ber bi çeperên şer ve biçin û cenazeyên xwe bistînin bûn hedefa gerîlla.

Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Piştî nîvro hêzên dagirker careke din hewl dan êriş bikin.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla de 3 kuştiyên din li pey xwe hiştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku roja 19’ê Gulanê gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bûne armanca êrişên balafir û helîkopterên şer.

Back to top button