Emîne Kakbaveh: Eger hukûmeta Swêdê sozên dabûn bicih neyîne, wê piştgiriya min bidawî bibe

Parlementera Kurd Emîne Kakabave diyar kir ku eger sozên hukûmeta Swêd dabûne wê bicih neyên ew ê desteka xwe bidawî bike. Emîne Kakabave bi taybet jî behsa helwesta hukûmeta Swêdê ya li hemberî Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û YPG’ê kir. Di rewşeke wiha de, eger desteka parlementera Kurd nebe, wê rê li ber hilweşîna desthilatê were vekirin.

29’ê Mijdara sala 2019’an bi saya dengê baweriyê yê parlementera Kurd, Emîne Kakabaveh, Partiya Sosya Demokrat a Siwêdê bû dedsthilat.

Li gorî hatî eşkere kirin, Emîne Kakabaveh beramberî pêşxistina pêwendiyan li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî,

Her wiha piştgirya şervanên YPG, dengê erê ji bo hukûmeta Magdelena Andersson bikar anîn.

Rojên dawî şefê rêjîma Tirk Erdogan beramberê terorîzekirina YPG û destekdayîna şerê li dijî Rojava, eşkere kiribû ku ew ê daxwaza endametiya Siwêdê ya ji bo NATO qebûl bike.

Li hemberî helwesta bersivdayîna daxwazên Erdogan, parlementera Kurd Emîne Kakabaveh daxuyaniyek da.

Kakabeveh di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ew ji ber helwesta hukûmeta Siwêdê ya li hemberî YPG’ê ne razî ye û got:

Eger hukûmet li gorî peyman û sozên dayî tevnegere, ez ê desteka xwe ji bo wan paşde bikşînim.

Li hemberî vê helwestê, endamê komîteya Pêwendiyên Derve ê Partiya Sosyal Demokrat Kenneth Forslund (Kênet Dorslund) îdîa kir ku ew li gorî peymanê tevdigerin û got:

Di mijara neqebûlkirina PYD û YPG’ê weke “rêxistinên terorîst” fikra wan nehatiye qebûlkirin.

Em hêvîdin dikin ku di demeke kurt de şik û gomanên Emîne Kakabaveh werin çareserkirin.

Tevî ku kujerê Olof Palme eşkere bû, hê jî lêborîn ji PKK’ê nexwestine

Di vê navberê de Wezîra Karê Derve a Siwêdê Ann Lînde jî ragihand ku helwesta wan a li hemberî PKK’ê nehatiye guhertin.

Lînde diyar kir ku piştî Tirkiyê, welatê pêşî ya PKK’ê li “lîsteya terorê” zêde kiriye Siwêd e û got:

Ev biryar di pêvajoya hukûmeta Olof Palme de hatiye dayîn.

28’ê Sibata sala 1986’an Serokwezîrê Siwêdê Palme li paytext Stockholmê hate kuştin.

Di kêliya pêşî ya bûyerê de PKK’ê were berpirsiyar hate nîşan da.

Û ji ber vê sedemê Siwêd PKK’ê xiste nava “lîsteya terorê”.

Tevî ku paşê kujer hate eşkerekirin û diyarbû ku ti pêwendiya PKK’ê bi êrişê re tine ye jî, dewleta Siwêdê helwesta xwe neguhert.

Back to top button